Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokan hişyarî li mezinan kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şagirtên li Mala Zanînê dixwînin bernameya hefteya Yeşîlayê li dar xist, zarokan der barê bikaranîna tîryakê de hişyarî li mezinan kirin.

Her sal di navbera 1-7’ê adarê de bi boneya balê bikêşin ser zirarên cigare û tîryakê û giringiya bergiriyên dijî wan, Hefteya Yeşîlayê tê pîrozkirin. Bi vê boneyê li Mala Zanînê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin de, ji bo xwendekaran bernameyek hate lidarxistin û tê de behsa kelûpelên bê zirar hate kirin û dijî kelûpelên bi zirar jî hişyarî hatin kirin. Di bernameyê de zarokan helbest xwendin û gotar pêşkêş kirin. Her weha pankart hildan û di pankartan de amaje bi zirarên tiryakê hate kirin û div î warî de mezin hatin hişyarkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan