Zarokên Diyarbekrî kişikê dilîzin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên krêşan ên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ji bo beşdarî turnuvayên kişikê yên neteweyî û navneteweyî bibin bernameyên kişikê saz kirin, zarokên di navbera 5-7 saliyê de hemleya xwe ya pêşîn kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi qursên perwerde, çandî û civakî zarokan ji bo ayîndeyeke baş amade dike. Midûrtiya Şaxa Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo zarokên 5-7 salî ku di krêşên bin banê şaredariyê de perwerde dibin, ji bo beşdarî turnuvayên neteweyî û navneteweyî bibin, bernameyên kişikê li dar dixe.
