Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok beşdarî mîtînga 1ê Gulanê bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun beşdarî mîtînga 1ê Gulanê ya li Êlihê hat lidarxistin bûn û li gel korteja ku ji aliyê karker û kedkaran ve hatibû avakirin, meşiyan. Hevserokên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo tevlî mîtînga 1ê Gulanê ya ji aliyê Platforma Ke

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun beşdarî mîtînga 1ê Gulanê ya li Êlihê hat lidarxistin bûn û li gel korteja ku ji aliyê karker û kedkaran ve hatibû avakirin, meşiyan.

Hevserokên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo tevlî mîtînga 1ê Gulanê ya ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve hat lidarxistin bibin, çûn Êlihê.

Serdana Şaredariya Êlihê

Beriya mîtîngê Hevşaredar Bucak û Hatun serdana Şaredariya Êlihê kirin. Hevşaredar ji aliyê Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk, Alîkarên Şaredar Çîgdem Sevîm Demîr, Mustafa Tuxyildiz û endamên meclîsa şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin. Hevserok Bucak û Hatun Sonuk pîroz kir û di xebatên wê de serkeftin xwestin.

Hevserok bi karker û kedkaran re meşiyan

Hevşaredar Bucak û Hatun piştî serdanê bi kortejên karker û kedkaran heta mîtînga 1ê Gulanê ya bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê hat lidarxistin meşiyan. Kortejên ku hat dîtin ku tevlîbûneke xurt heye, li durêyana Word Mar ya li Bulvara Tûrgût Ozal hatin cem hev û heta Parka Jinê ya 8ê Adarê ya ku mîtîng lê hat lidarxistin meşiyan.

Hevserokan ku di meş û mîtîngê de bal kişandin ser xwe, peyam dan ku ew ê li cem karker û kedkaran bin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan