8 hezar û 640 xwendekar çûn pêş sînemayê
Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de 8 hezar û 640 xwendekarên dibistana seretayî û dibistana navîn birin pêş sînemayê.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi taybetî zarokên li warnişînên gundewar dijîn û zarokên malbatên wan destteng ên dibistana seretayî û dibistana navîn bi awayekî bêpere, di nava sala 2021’ê de beşdarî bernameyan kirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî, her meh, bi 3 fîlmên cihê xwendekar li Salona Sînemayan a Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç kirin mêvan.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî, xwendekar tevî mamosteyên wan ji dibistanên diyarkirî bi rêya servîsên şaredariyê anîn Navenda Çandê û Kongreyan, bi giştî 8 hezar û 640 xwendekar birin pêş sînemayê.
Şaredariya Bajarê Mezin, dê xizmetên xwe yên bêpere ji bo xwendekaran bidomîne.
