Astengdarên dîtinê hest bi Diyarbekirê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, astengdarên dîtinê/nebînayên ji Konyayê hatine bajêr ligel malbatên xwe li Seyrangeha Newala Dîcleyê kirin mêvan.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi serperiştiya Komela Parastina Nebînayan astengdarên dîtinê li şûngehên dîrokî yên Diyarbekrê gerandin û der barê şûnwarên dîrokî û çandî ew agahdar kirin.
Di gerê de welatiyên nebîna li şûngehên Keleha Navîn, Mizgefta Hezretî Silêman, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, Minara Çarling û Pira Dehderî geriyan û hest bi Diyarekirê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî gerê welatiyên nebîna ligel malbatên xwe li Seyrangeha Newala Dîcleyê ezimandin û bi îkramên cur bi cur qedirê wan girt.
“Me pêjna wê kir û pir hez jê kir”
Serokê Şaxa Konyayê yê Komela Parastina Nebînayan Velî Ozagan, diyar kir ku her çend wan Diyarbekir nedîtibe jî wan hest pê kir û pir kêfa wan pê hat.
Ozagan, diyar kir ku piştî ew vegeriyane Konyayê ew ê hest û serboriyên xwe yên Diyarbekirê bibêjin û got ew dixwazin demek pêş dîsa bêne serdana bajêr û ji ber vê derfetê spasiya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu kir.
Fatma Meral û Elmas Pinar jî bal kişand ku ji vegotinên rêberan wan pêjna Diyarbekir kiriye û got, xuya ye ev bajarekî gelek qedîm û dîrokî ye.
