Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bernameya “Bazdana Şaredariya Bajarê Mezin” birêve çû

“Bazdana Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê” bi serperiştiya Klûba Jokeyê ya Tirkiyeyê li Hîpodroma Diyarbekirê hate lidarxistin.

Alîkarê Walîyê Diyarbekirê Omer Coşkun, Qeymaqama Çinarê Guher Sînem Buyuknalçaci, Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan Tumgeneral Fuat Guney, Midûrê Asayîşa Bajêr Huseyîn Aşkin û Alîkarên Sekreterê Giştê yê Şaredariya Bajarê Mezin Vedat Gungor û Ercan Bîrcan ligel welatiyan li Bazdana Şaredariya Bajarê Mezin temaşe kirin.

Di bazdanê de hespên bi ser 3 salî yên îngilîz di 900 metroyî de berêk dan û di encamê de siwarî Yusuf Cengîz bi hespê xwe yê bi navê Kîng Omer bi ser ket.

Piştî bazdanê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Vedat Gungor kupaya serkeftî da xudanê hespî Muhamed Felhan.

Bername bi girtina wêneyan bi dawî hat.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan