Bi weşanên zindî yên îhaleyê re 353 milyon lîre di qasa şaredariyê de ma
Şaredariya Bajarê Mezin, bi pîvana “Şaredartiya Şefaf” re dest pê kir îhale bi zindî weşandin tenê di karûbarên rê û rêbaran de 353 milyon lîre di qasaya şaredariyê de ma.
Walî Munîr Karaloglu, piştî ku hate ser wezîfeyê ji bo pîvana “Şaredartiya Şefaf” cîbicî bike talimat da ku hemû îhaleyên şaredariyê li ser hesabên medyaya civakî yên şaredariyê biz indî bêne weşandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, hemû îhaleyên xwe, di serî de li ser malpera xwe ya înternetê, li ser hesabên Youtube, Twitter, Facebook û İnstagram bi awayekî rastexwe ji şopînerên xwe re weşand.
Bi germbûna dinyayê re Şaredariyê dest bi kar û barê çêkirina rê û rêbaran kir, ji bo vê xizmetê 10 îhale kirin û tev li ser hesabên xwe zindî weşandin, ji van îhaleyan 353 milyon lîre ket berîka şaredariyê.
Hemû kar bi şefaf têne kirin
Karaloglu, di daxuyaniya xwe de bal kişand ku ji bo baweriya civaka Diyarbekirê bi dewleta wê, bi dam û dezgehên wê çêbibe ew gelek giringiyê didin şefafîyê.
Karaloglu bi bîr xist ku li navenda bajêr û navçeyan di 7-8 mehan de ji darêtinê heta bi ziftkirinê 10 îhaleyên cuda hatien kirin û got ku berdêla van îhaleyan 753 milyon e.
Karaloğlu, diyar kir ku wan hemû îhale di weşana zindî de kirine û weha axivî:
"Reqema encamdana îhaleyan bi 56 şikandinê re bû 400 milyon lîre. 353 milyon lîre jî di kasaya şaredariyê de ma. Ev pere dîsa ji bo xizmetguzariyên din ên bo miletî dê bête bikaranîn. Em ê dîsa her karê xwe bi awayekî şefaf li pêş çavên welatiyan bimeşînin."
