Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Birca Keçikê bo hunerê amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên li ser Birca Keçikê ku wek navenda nû ya çandê ya Diyarbekirê terxan kir, gihandin dawiyê.

Şaredariya Bajarê Mezin, meydanka biçûk a li derwazeya Birca Keçikê ku ji bo Diyarbekirê xwedî cihekî giring e û cihê serdana turîstên xwecihî û biyanî ye, ji bo helkeftên çandê wek qada fuaye amade kir.

Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, ji bo kota li derwazeyê bircê peyda bike bi çavdêriya muzeyê kolandin kirin û heta binaxeyê dîwêr daxist.

Ekîban, tespît kir ku di çermê dîwêr de kêmasî peyda bûne, ji bo vê li gorî reseniya wê pîne pê ve kirin û dîwar li gorî reseniya wê lêkirin.

Li birca hejmar 53 platforma darîn lê hate bicihkirin

Birca hejmar 53 ku ji berê de hilweşiyabû nava wê hate paqjkirin û dîwarên wê derxistin pêş.

Ji bo mêvan, bikaribin ji wê derê ve Baxçeyên Hevselê ku di lîsteya UNESCOyê de ye temaşe bikin dike û platformeke darîn lê hate bicihkirin.

Li zemîna meydanê kevirê bazalt bi cih kirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li qada aliye Birca Keçikê xetên ava baranan û xebatên binesaziyê lê bi cih kirin.

Ji bo dîwarên sûrê ji giyayê bejî û kêz û kêzikan bê parastin xeta drenajê ya 2 metir fireh lê hate danîn.

Li qada ku dê wek fuaye bête bikaranîn zemîna wê kevirê bazalt lê hate danîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan