Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Amedê Hefteya Astengdaran bi çalakiyan hat pîrozkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran bi çalakiyên cur bi cur, pîroz kir. Daîreya Xizmetên Civakî bi çalakiyên ku organîze dike û her wiha bi qursên ku vedike da ku tevlîbûna wan a di jiyana civakî de zêde bibe reng dide jiyana astengdaran. Kesên astengdar nayên jibîrkir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran bi çalakiyên cur bi cur, pîroz kir.

Daîreya Xizmetên Civakî bi çalakiyên ku organîze dike û her wiha bi qursên ku vedike da ku tevlîbûna wan a di jiyana civakî de zêde bibe reng dide jiyana astengdaran.

Kesên astengdar nayên jibîrkirin

Midûriyetê bi minasebeta Hefteya Astengdaran li Qada Zarokan a Yenîşehîrê geştek li dar xist. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ozgur Yildiz, astengdarên ku li navendên kursê perwerdeyê dibînin û malbatên wan, nûnerên saziyên sivîl ên di warê astengdaran de dixebitin û nûnerên yekîneyên pêwendîdar ên şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr û Baglarê beşdarî çalakiya ku ji aliyê Astengdaran ve hat lidarxistin bûn.

Kesên astengdar hunerên xwe nîşan dan

Di çalakiya ku perwerdekarên Navenda Piştevaniya Astengdaran a Sûmerparkê pêşandana dansên gelerî pêşkêş kirin, koroya muzîka gel a astengdaran û koroya xwendekarên navenda jiyana aktîf xebatên xwe pêşkêş kirin.

Di bernameya ku kesên astengdar û malbatên wan kêfxweş bûn de bi muzîkê govendên halay hatin gerandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan