Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo Çaroxiyê gava yekem hat avêtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Rêka Mêrdînê ya ku ji Taxa Çaroxiyê derbas dibe, dest bi amadekariyên peyzaj û hawirçakiyê kir. Di vê çarçoveyê de ekîbên zabiteyan ji bo paqijkirina qadên kar hatine dagirkirin çalakî pêk anîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di 13'ê Tebaxê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Rêka Mêrdînê ya ku ji Taxa Çaroxiyê derbas dibe, dest bi amadekariyên peyzaj û hawirçakiyê kir. Di vê çarçoveyê de ekîbên zabiteyan ji bo paqijkirina qadên kar hatine dagirkirin çalakî pêk anîn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di 13'ê Tebaxê de li Taxa Çaroxiyê seh kir û ji bo paqijkirina qadên kar ên li ser Rêka Mêrdînê û çêkirina peyarê û peyzajê, yekîneyên eleqedar wezîfedar kir.

Hatun daxwaz kir ku Midûriyeta Park û Baxçeyan di ketina bajêr de asfalt û peyzajê amade bike û bixe ber xizmetê.

Pêngava yekem hatiye avêtin

Di vê çarçoveyê de ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan li qadên ku dê peyzaj û hawirçakî lê bête kirin xebat dan destpêkirin.

Ekîban der barê xebatên ku bên destpêkirin de agahî dan esnafan, ji bo rakirina îşxalê 11 teblîxên nivîskî kirin û 15 kargehan jî bi devkî hişyar kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan