Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di kolandina li Keleha Navîn de deriyê 3 bircan derket

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên restorekirinê li Keleha Navîn de, li milê rojavayê Girê Amîda di encama kolandinê de deriyê 3 bircan derxist meydanê.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên kolandin û restorekirinê li ser Keleha Diyarbekirê, ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanî ya UNESCO’yê de ye, bi şiara “Vejînê li Sûran Berdewam e” dimeşîne.

Meha kanûnê, 11 jê bircên navîn 2 jê yên derve bi tevayî li 13 bircan xebata çakkirinê hate destpêkirin, pê re dîwarê bendê yê dora Girê Amîdayê û li ser 11 hezar metrekareyî xebata çakkirina jîngehê hate destpêkirin.

Di xebatên kolandinê yên li Keleha Navîn de gihîştin hîmê dîwarê Sûrê ku 2 metir di bin erdê de mabû. Di encama vê kolandinê de 3 deriyên bin erdê yên bircan ku berê dihatin bikaranîn lê paşê di bin axê de mabûn, hatin kifşkirin û derxistin meydanêç

“Sûrên Keleha Navîn bi xweşkûkiya xwe derdikevin meydanê”

Serokê Kolandinê Hîndekarê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Îrfan Yildiz, bal kişand ku xebata kolandina li Girê Amîda û li Sûrên Keleha Navîn bi serperiştiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê berdewam e.

Yildiz, bi bîr xist ku Girê Amîda mîna dilê Amedê tê zanîn û her dem û serdemekê wek navenda desthilatiya bajêr hatiye bikaranîn û got ku di encama kolandinê de wan Rêya Mîrêmîran a Romê derketiye meydanê û diyar kir ku xebatên ser wê didomin.

Yildiz, weha axivî:

“Li vê derê nêzî du metir ax ji erdê hate derxistin. Bi vî awayî me xwe gihande binaxeyê Sûran û li wê devera ku sûr li ser hatine avakirin. Me binaxe bi tevayî derxist û em hê jî xebatên lê dikin da ku deverên dîtir jî tevahî derxin. Bi biencambûna vê xebatê re Sûr dê bi wê ihtişama xwe ya nuwaze derkevin meydanê. Dê hemû deriyên sûrên xwarê jî bêne vekirin. Her weha ji Deriyê Fethê heta digihêje Deriyê Serayê/Qesrê dê Rêya Çandê jî bête vekirin.”

Restorekirina Sûran bi hemû leza xwe berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin, di 10’ê tebaxa par de li ser bircên Bedena Pîroz, bircên Heftbira, Selçûqî û Nûrê xebata restorekirinê li ser 6 bircan da destpêkirin.

Li derdora Taxa Benûsenê jî 300 xaniyên ku bi bircan ve bûn û dîtbariya wê diedimand hatin arizîkirinê û bi vê re 25 hezar metrekare cih hate derxistin. Bi meha kanûnê re, 11 jê bircên navîn 2 jê yên derve bi tevayî li 13 bircan xebata çakkirinê hate destpêkirin, pê re dîwarê bendê yê dora Girê Amîdayê û li ser 11 hezar metrekareyî xebata çakkirina jîngehê hate destpêkirin. Meha gulanê li Deriyê Çiyê, Bedena Tenê û bircên hejmar 7 û 8 jî tê de li ser 24 bircên Keleha Diyarbekirê xebata restorekirinê dest pê kir. Niha li Keleha Diyarbekirê 98 birc ava ne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan