Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎyê li Gêlê çaksaziya pergala veguhestina avê kir

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Gola Bendava Dîcleyê ya ku hewcedariya avê ya navenda navçeya Gêlê pêk tîne, pergala veguhestina avê û platforma meşê kir. Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, li tesîsa ku hewcedariya ava vexwari

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Gola Bendava Dîcleyê ya ku hewcedariya avê ya navenda navçeya Gêlê pêk tîne, pergala veguhestina avê û platforma meşê kir.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, li tesîsa ku hewcedariya ava vexwarinê ya Gêlê dabîn dike, li ser platforma meşê û pergala girtina avê ya ku di encama bayê xurt de hilweşiyan, xebatên temîrkirinê kirin.

Bi midaxeleya ekîbên DÎSKÎyê taqozên ku hatibûn daxistin ji nû ve hatin bicihkirin û platform bi têlan hat rastkirin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ'yê xebatan seh kir

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû li cihê xebatê lêkolîn kir û der barê xebatan de agahî ji ekîban girt. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Azîz Ozdogan û endamên meclîsa şaredariyên bajar û navçeyan bi Şerîfoglû re rûniştin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan