DÎSKÎ binesaziya gundan çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin, pirsgirêka binesaziya ava vexwarinê ya kanalîzasyonê ya gundê Karpuzlu ya bi ser Sûrê çareser dike.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), projeyek bi buhayê 1 milyon û 253 hezar û 681 lîre ji bo çareserkirina pirsgirêka binesaziyê a av û kanalîzasyonê li gundê Karpuzlu ya bi ser Sûrê zend û bend badan. Bi vê projeyê re dê 6 hezar û 363 metre kanalizasyon û 3 hezar û 500 metre xeta avê dabîn bike.
DÎSKÎ, bi pergala neqilkirinê û girêdanên bi xeta navenda bajêr re dê pirsgirêka kanalîzasyonê çareser bike.
Qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û alîkarê wî Fatih Yuruk ji bo sehkirina xebatên çûne gund û xebat di cih de seh kir.
Tutşî diyar kir ku ew li gorî pêdiviya gund û taxan projeyan bi pêş dixin û got, “Li her devera bajêr xebatên me didomin. Ekîbên teknîkê xebata pêwist kir, demeke nêzik em ê projeyê biqedînin û dest bi cihbicihkirina xebatê bikin.
