DÎSKÎ di hawara Ayancikê de
Gerînendetiya Giştî ya Avê û Kanalîzasyona Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo alîkariya navçeya Ayancik a Sînopê ku lehî lê rabûbû, desteka ekîpmanî şand.
Li herêma DeryayaReş ji ber barana zêde lehî rabû û gelek mal û milk, mirov û ajel li ber lehiyê çûn, Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, ekîpmanek ji 6 xebatkar û 2 amûran ji bo piştgiriya Ayancika Sînopê şand hewarê.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, der barê mijarê de diyar kir ku saziya wan ji bo her awa karesat û hawarê amade ye.
Tutşî, ji bo welatiyên li ber lehiyê zirar bi wan ketiye daxwaza derbasbûnê kir û got ku ji Diyarbekirê ve ew ji bo her cure alîkariyê amade ne.
Tutşî, weha axivî:
“Me ji bo birayên xwe yên DeryayaReş piştgiriya xebatkar û ekîpmanî şand. Ekîbên me dê li deverên pêwist çi karê pêwist bike bînin cih.”
