DÎSKÎ, kanalîzasyon û xeta ava baranê li şûngehên nû çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo şûngehên nû xetên kanalîzasyonê û xetên ava baranê çêdike û pirsgirêka wan a binesaziyê çareser dike.
Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo şûngehên nû pirsgirêka binesaziyê nejîn, xetên kanalizasyon û xetên ava baranê li van deran çêdike.
DÎSKÎ, li navçeyên Peyas û Yenîşehrê bi projeyên cur bi cur xeteke kanalîzasyonê ya 12 hezar û 647 metir û xeteke ava barînê saz dike, berdêla vê projeyê 7 milyon û 346 hezar û 200 lîre digire.
Ekîban li ser Cadeya Abdulkadir Aksu ya li Taxa Firatê ya li Peyasê xebat da destpêkirin û heta niha 337 metre xeta kanalîzasyonê û 140 metir xeta ava baranê çêkir.
Her weha, xebat dê li ser Cadeya Meytî Dono ya li Peyasê, Bulvara Diclekentê, Bulvara Prof.Dr. Necmettin Erbakan, Bulvara Rojava, Leyla Qasim û Rêya Rihayê, Talaytepe û Leyla Qasim, li navçeya Yenîşehrê jî li ser Çemê Aziziye û Bulvara Şêx Saîd bêne meşandin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, der barê xebatên li ser Cadeya Abdulkadir Aksu de agahî ji rayedaran wergirtin û xebat raçav kirin.
