Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎ temrîna agirpêketinê dike

Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) ji bo xebatkarên xwe rahênanek der barê çawaniya rêbazên destwerdana agirpêketinê pêk anî.

Rahênan ji aliye Serokatiya Beşa Agirkujiyê û Gerînendetiya Tenduristî û Ewlehiya Kar a DÎSKÎyê ve hate dayîn û di rahênanê de ji xebatkaran re hate gotin ka dema agirpêketinê divê çi bikin, divê çi tevdîran bigirin, rêbazên vemirandina agir çi ne û çi amûr têne bikaranîn û agahiyên teorik hatin dayîn.

Rahênan li baxçeyê avahiya xizmetê ya DÎSKÎyê hate kirin, bi pratîk ji karmendan re hate nişandan ka dê çawa agir vemirînin, paşê şewata bi benzînê hate vêxistin ji aliyê xebatkaran ve hate tefandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan