Diyarbekir bi 1 milyon û 200 hezar kulîlkan dixemile
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya çandina kulîlkên demsala zivistanê de dest bi hilberandina kulîlkên cure cure kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi kulîlkên ku li bîstanê xwe çandine û li ser wê dibe erzanî dê park û seyrangehên bajêr regoreng bixemilîne.
Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan, di çarçoveya xebatên peyzajê di park, refûj û çatrêkên bajêr de dest bi hilberandina kulîlkên demsalî kir.
Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan van kulîlkan li bîstanê xwe diçîne û li ser wê dibe erzanî, bi nêzikbûna demsala zivistanê re dê 600 hezar binevşên zer, spî, sor û mor, 600 hezar kelemên xemlê û 200 hezar kulîlkên bûko li seyrangehên bajêr biçîne.
Binesazî tê tekûzkirin
Berî çandina kulîlkan li hin deverên destnîşankirî dê xebatên çaksaziyê bêne meşandin, ji bo deverênb pêwist dê ax bête guhastin.
Piştî tekûzkirina kêmasiyên binesaziyê dê li refûj, duryan û parkan dest bi çandina kulîlkan bête kirin.
