Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ekîbên Şaredariyê li Cizîrê xebatên xwe didomîne

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Cizîrê ya ku ji ber barana zêde lehî lê rabû, ava jêrzemîna 33 xaniyên ku ber lehiyê ketibûn, dakire kolan û meydanan. Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji roja ewil ve

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Cizîrê ya ku ji ber barana zêde lehî lê rabû, ava jêrzemîna 33 xaniyên ku ber lehiyê ketibûn, dakire kolan û meydanan.

Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji roja ewil ve midaxaleyê karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde li navçeya Cizîra Şirnexê rabû, dikin. Ji bo karesatê ekîbeke ji 16 kesan pêk tê û 5 wesayît hatin wezîfedarkirin, li kuçe, kolan û malên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, xebat dewam dikin.

Ekîban ji roja ewil a lehiyê ve ava li jêrzemînên 33 malan vala kirin. Her wiha 9 kolan û çargoşe jî paqij kirin. Ji aliyê din ve, bi kamyonên balhilgir, xîz, qûm û gemarên kombûyî paqij kirin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin dê li navçeya Cizîrê xebatên xwe bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan