Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokan baxçeyê organîk ziyaret kir

Ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evler a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixwînin, gera “Nev Bahçe”yê hat lidarxistin. Li Zarokistana 450 Evlera ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de dixebite ji bo zarokên ku li Zarokistan û Navenda Lênêrîna Rojê dixwînin bernameya gerê hat amadekirin. Zarok

Ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evler a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixwînin, gera “Nev Bahçe”yê hat lidarxistin.

Li Zarokistana 450 Evlera ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de dixebite ji bo zarokên ku li Zarokistan û Navenda Lênêrîna Rojê dixwînin bernameya gerê hat amadekirin.

Zarok li Nev Bahçeya 30 hezar metrekare ya ku li Taxa Uçkuyu ya navçeya Yenîşehîrê baxçeyên sewze û fêkiyan lê hene geriyan û bi saya gera xwe ji tov heta şitil û ji şitil heya sifrê fêrî serpêhatiya sewze û fêkiyan bûn.

Zarokan bi destên xwe sewze û fêkî berhev kirin û bi tamkirina berhemên organîk demeke xweş derbas kirin.

Hîndekarê biçûkên ku serdana atolyeyên baxçeyê organîk ên Nev Bahçeyê yên ku di çarçoveya Atolyeya Baxçeyan a Midûriyeta Xizmetên Gundan a Şaredariya Yenîşehîrê de xebatên xwe didomînin, agahî dan û der barê çandina şitilên ji tovê sereke bi rêbazên kevneşopî de raveyên pratîkî dan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan