Hejmara 2’ê ya “Keremke” derket
Hejmara duyem a bultena Şaredariya Bajarê Mezin “Keremke” deket. Ev bultena mehane ye û nûçeyên xizmetguzariya Şaredariyê belav dike.
Bultena Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin çi li navenda bajêr çi li navçe û gundewaran li xwe digire, di bultena “Keremke” de nûçeyên binesaziyê, sporê, perwerdeyê, turîzmê, çand û hunerê hene.
Hejmara 2’yê ya “Keremke” ji 30 rûpelan pêk tê, bulten li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin tê weşandin û her weha li navendên danûstandinê, di komsiwariyan de, li muzexane û navendên ciwanan û jinan û li qiraetxaneyên millet peyda dibe.
Her weha bultena “Keremke” bi rêya karmendên Şaredariya Bajarê Mezin li cadeyên qerebalix dê li welatî û esnafan bêt belavkirin.
