Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Hatûn xebatên li ser rêya Tanoglu-Kozan-Satî seh kir

Hev serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn xebatên asfaltkirina rêya Tanoglu-Kozan-Satî ya navçeya Sûrê ku 9,5 kîlometre dirêj e, saxtî kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, xebatên asfaltê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve li ser rêya Tano

Hev serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn xebatên asfaltkirina rêya Tanoglu-Kozan-Satî ya navçeya Sûrê ku 9,5 kîlometre dirêj e, saxtî kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, xebatên asfaltê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve li ser rêya Tanoglu-Kozan-Satî ya di nav sînorên navçeya Sûrê de tên kirin, seh kir. Hatûn bi karkeran re sohbet kir û der barê projeyê de agahî ji ekîban girt.

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, Serokê Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Suleyman Nazîf Akgonûl bi Hevşaredar Hatûn re amade bûn.

Gund û gundik ji rê sûdê werdigirin

Rêya komî ya ku xebatên nûkirina wê dewam dikin, di heman demê de wek rêya girêdana navçeya Bismil û Sûrê tê bikaranîn.

Bi temambûna xebatê re taxên Kozan, Satî, Kartaltepe, Sarilar, Kervanpınar, Gölpınar, Tanoğlu, Hizirilyas û gundikên Hamzalı, Hanefi, Boztepe û Zorova ji rê sûdê werdigirin.

Li Licê 3 kolan tên nûkirin

Di çarçoveya projeyê de li cadeyên Mualla, Mûminaga û Bağlarê yên bi dirêjahiya 1,7 kîlometre ku di nav sînorên navenda navçeya Licê de ye û ji aliyê tevahiya navçeyê ve gelek caran tê bikaranîn, wê asfalta germ bê danîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan