Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokên Şaredariya Amedê pîrozbahî pêşwazî kirin

Hevserokên Şaredraiya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Navenda Etnîk, Kêmar û Gelan a Navneteweyî David Minoves, komên şanoyê yên li bajêr û Serokê Navenda Çand û Hunerê ya Silêmaniyê Dr. Serdanên Muhsîn Edîb ku ji bo 9. Festîvala Şanoyê ya Amedê li bajêr in, pêşwazî kirin û pî

Hevserokên Şaredraiya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Navenda Etnîk, Kêmar û Gelan a Navneteweyî David Minoves, komên şanoyê yên li bajêr û Serokê Navenda Çand û Hunerê ya Silêmaniyê Dr. Serdanên Muhsîn Edîb ku ji bo 9. Festîvala Şanoyê ya Amedê li bajêr in, pêşwazî kirin û pîrozîlêdana wan qebûl kir.

Hevserokên Şaredraiya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Serokê Navenda Etnîk, Kêmar û Gelan a Navneteweyî û Midûrê Fona Pêşketin û Hevkariyê ya Katalan David Minoves, Midûrê Navenda Etnîk, Kêmar û Gelan a Navneteweyî Jordi Garrell û Serokê Navenda Çand û Hunerê ya Silêmaniyê Dr. Muhsîn Edîb û komên şanoya li bajêr ku ji bo 9emîn Festîvala Şanoya Amedê hatine bajêr, kir. Di serdanên avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin de, mêvanan pîrozbahî li Hevşaredaran kirin û di peywira wan de serkeftin xwestin.

Hatun: Festîvala şanoyê ji bo gel girîng e

Di serdana komên şanoyê de Hevşaredar Hatun axivî û diyar kir ku piştî demeke dirêj ji sala 2019an ve ye va ye dîsa dest bi organîzekirina festîvala şanoyê kirine û got ku festîvala şanoyê ji bo gel girîng e.

Bucak: Ji bo pêşxistina mîrateya çand û hunerê em ê bixebitin

Hevserok Bucak da zanîn ku Amed bajarekî mezin e û xwedî tecrubeyên girîng ên ziman, çand û hunerê ye û diyar kir ku parastin, mezinkirin û pêşxistina vê mîrateya girîng e û tevlêkirina şanogerên ciwan ên nû di nava vê pêkhateyê de wê bibe dirûşmeya serdema pêş.

Serokê Navenda Çand û Hunerê ya Silêmaniyê Dr. Muhsîn Edîb jî ji ber beşdarbûna di festîvala şanoyê de kêfxweşiya xwe nîşan da.

Hevserok Bucak û Hatun ji ber serdana mêvanên xwe spasiyên xwe kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan