Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Îtfaiye perwerdehiya pratîkî dide xwendekaran

Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 17 navçeyan li 51 dibistanan dê ji bo 2 hezar û 500 xwendekarî perwerdeyê bide. Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê li dibistanan li ser vemirandina agir û şewatê dest bi perwerdeya pratîk kirin. Di çarçoveya projeya ku dê di navbera 14ê Gulanê û 14ê H

Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 17 navçeyan li 51 dibistanan dê ji bo 2 hezar û 500 xwendekarî perwerdeyê bide.

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê li dibistanan li ser vemirandina agir û şewatê dest bi perwerdeya pratîk kirin. Di çarçoveya projeya ku dê di navbera 14ê Gulanê û 14ê Hezîranê de berdewam bike de, li 17 navçeyan her yek ji wan li 51 dibistanan 2 hezar û 500 xwendekar dê bên perwerdekirin.

Rawestgeha yekem a Beşê Dibistana Seretayî û Navîn a Ziya Gökalp a navçeya Sûrê bû. Ekîban ewil kontrol kirin ku der barê şewata li dibistanê de tedbîrên pêwîst hatine girtin an na. Piştre bi xwendekaran re li baxçeyê dibistanê kom bûn û li ser vemirandina êgir perwerdeya pratîkî da.

Xwendekar ji şewatê haydar dibin

Ji xwendekarên perwerdehiyê re; Der barê erkên îtfaiyeyê, pirsgirêkên hawarçûnê, cil û berg, alav û malzemeyên di vemirandina agirî de tên bikaranîn û cureyên şewatê de agahiyên teorîk û pratîk hatin dayîn. Ji xwendekaran re der barê tedbîr û bergiriyên ku ji bo şewat dernekevin de agahî hatin dayîn.

Midûriyeta Îtfaiyê bi armanca ku ciwan li hemberî şewatê hestiyar û hişyar bibin, wê di meha bê de xebatên xwe yên perwerdehiyê li dibistanan bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan