Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Îtfaiyê têjikên pisîka di nav agir de xilas kirin

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Bağlarê 3 têjikên pisîkan ku di jêrzemîna avahiyeke apartmanekê di nav şewatê de mabûn, rizgar kirin. Li Taxa Şeyh Şamil a Baxlarê di derdora seat 15.00an de li jêrzemîna Apartmana Aykut 3 ya li Kolana 624an şewat derket. Şewat bi muda

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Bağlarê 3 têjikên pisîkan ku di jêrzemîna avahiyeke apartmanekê di nav şewatê de mabûn, rizgar kirin.

Li Taxa Şeyh Şamil a Baxlarê di derdora seat 15.00an de li jêrzemîna Apartmana Aykut 3 ya li Kolana 624an şewat derket.

Şewat bi mudaxeleya lezgîn a ekîbên girêdayî Îtfaiyeyê di demeke kin de hat vemirandin.

Piştî ku şewat hat vemirandin, îtfaiyê li jêrzemîna avahiyê dengê pisîkê hat bihîst. Ekîbên îtfaiyeyê 3 kêtikên ku di hundirê tekerê otomobîlê de dîtin ji cihê ku asê mabûn rizgar kirin.

Ekîbên agirkujiyê piştî ku ava vexwarinê dan kêtikên pisîkan ku hatin rizgarkirin alîkariya ewil kirin. Pisîk ji bo dermankirinê birin Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan