Ji ber restorasyonê Deriyê Ruha 2 mehan tê ragirtin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber xebatên restorasyonê Deriyê Ruhayê ji 1’ê kewçêrê heta 1’ê berfanbarê ji hatûçûna mirovan û ereban re digire.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên restorekirina Keleha Diyarbekirê bi şiara “Vejîna li Sûran” dimeşîne û xebat bi hemû gur û geşiya xwe berdewam in.
Di çarçoveya xebatên restorekirinê de li ser bircên hejmar 21 û 22 yên li Deriyê Ruhayê xebateke bi germ û gur tê meşandin, ji ber ewlehiya canê mirovan Şaredariyê biryar da ku di navbera 1’ê kewçerê heta 1’ê berfanbarê bi maweyê 2 mehan hatûçûna mirovan û ereban bi ser Deriyê Ruhayê ragire.
Ji bo komsiwarên ku dê ji Deriyê Ruhayê têkevin Nav Sûran jî rêgeha Çiftkapî dê vekirî be, ji vir dê têkevî di ser Deriyê Çiyê re rêgeha Bulvara Înonu bi kar bînî.
