Ji bo astengdaran bernameyê moralê
Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya 3’ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê ji bo astengdarên li Navenda Jiyana Çalak bernameyeke moralê li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo astengdaran ligel xebatên perwerde û debarê heman wext xebatên moral û motîvasyonê jî li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya 3’ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê li Navenda Jiyana Çalak ya li Parka Şehîdên 15’ê Tîrmehê ji bo astengdar û malbatên wan şahiyek li dar xist.
Astengdaran bi serperiştiya perwerdekaran stran gotin, helbest xwendin û bi saz û sazbendên xwe hunerên xwe pêşkêş kirin.
