Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo av neyê birîn çaksazî bo xetên elektrîkê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rê li ber birîna avê ya ji ber qutbûna xetên elektrîkê bigire xebata çaksaziyê meşand.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), berî demsala zivistanê ji bo rê li ber birîna avê ya ji ber qutbûna xetên elektrîkê bigire, xebata çaksaziyê da destpêkirin.

Ekîbên DÎSKÎ’yê, li ser xeta elektrîkê ya bazgeha pompekirinê ya 20 salî ya Dezgehê Parzinandina Avê ya Navendî xebata çaksaziyê meşand.

Li ser 18 xetên elektrîkê îzolatorên derizî û şikestî hatin guhartin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, ji bo kêmasî di xetên enerjiyê de çênebe û kar bi paş nemîne dê xebatên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan