Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo aveke paqij analîz tên kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr, ji bo rê li ber nexweşiyê ji ava gemar peyda dibin bigire, her roj 125 nimûneyan analîz dike.

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzsyonê (DÎSKÎ), ji bo aveke bi qelîte, paqij û bijûk wekî ku ji kaniyê vexwin bide şêniyên bajêr, xebatên xwe bi hestyarî dimeşîne.

Di laboratuarên endamê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, Saziya Akredîtasyona Tirkiyeyê EA û IAF’ê de bi mebesta parastina tenduristiya gel analîz têne kirin.

Analîza 50 nimûneyên kîmyewî û 75 yên bakteriyolojik tê kirin

Ekîbên di laboratuarên kîmya û bîyolojîyê de xebatên xwe didomînin, ji bo rê li ber nexweşiyên bi seba avê peyda dibin bigire, her roj bi giştî 50 nimûneyên kîmyewî û 75 nimûneyên bakterîyolojîk 135 nimûneyan analîz dike.

Laboratuar li Dezgeha Parzinandina Ava Vexwarinê ya Navendî ne û her roj nimûneyên ji derveyî navenda bajêr, navçe û gundên bi ser wan ve hildide, dinirxîne û li ser malpera DÎSKÎyê diweşîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan