Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo Nexweşxaneya Lêkolînê xeteke nû ya otobûsan

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatî rehettir karibin hatûçûna xwe bikin di navbera Balikçibaşiyê û Nexweşxaneya Lêkolînê de xeteke nû ya hatûçûnê vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî bi awayekî rehet û ewle pêdiviyên xwe yên nexweşxane, perwerde, tenduristî û bazirganî bi cih bînin rêgehên nû dixe ber xizmeta welatiyan.

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, ji bo welatî karibin rehettir xwe ji Balikçilarbaşiyê bigihînin Nexweşxaneya Lêkolînê xeteke nû bi koda M3 dabîn kir.

Ji 21’ê hezîranê ve ev xet dê dest bi xizmetê bike, dê ji rêgeha Balıkçılarbaşı-İstasyon-Ofis-Koşuyolu-Polisokulu-EmekCaddesi-Fırat Bulvarı-Yeni Yol-Diclekent Bulvarı-Metropol-Tekel Kavşağı-Mastfroş Caddesi-Araştırma Hastanesi hatûçûnê bi encam bide.

4 otobûs dê di vê xetê de bi xizmeta veguhastinê rabin û her 17,5 deqeyan carekê dê sefer bêt biencamdan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan