Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji DÎSKÎ’yê tevdîrên Cejna Qurbanê

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) ji bo di Cejna Qurbanê de bênavber avê bidin welatiyan û di pergala binesaziyê çi kêmasî çênebin, dixebite.

DÎSKÎ, di maweyê bêhnvedana Cejna Qurbanê de li navenda bajêr, navçe û gundan çi kêmasî çênebin li ser binemayê 7/24 saet bi erkên xwe radibe û xebat berdewam e.

Ekîbên DÎSKÎ’yê ji bo welatî mexdûr nebin û di dezgehên ava vexwarinê û parzinandina avê de çi arize pêk neyên tevdîrên xwe girtine, ku kêmasiyek çêbe jî demildest mudaxeleyê lê dike.

Di maweyê bêhnvedana eydê de ji bo kêmasiyan welatî dikarin giliyên xwe ji Alo 185 Navenda Bangewaziyê re ragihînin.

Hişyariya îsrafa avê û bermahiyên qurbanan

DÎSKÎ’yê, ji bo cihên firotin û srejêkirina qurbanan rogar nexitimin vîdanjor li wan deran amade kirine, dezgehên avê di ber çavan re derbas kirine û ji bo destşûştinê jî destşo li deverê dabîn kirine.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî got ku wan, ji bo di Cejna Qurbanê de welatî çi kêmasiya avê nekêşin û mexdûr nebin, tevdîrên pêwist girtine.

Tutşî, ba kişand ku bermahiyên qurbanan neavêjin kanalizasyon û keviyên çeman bavêjin wan deren şaredariyan destnîşan kirine û bang li welatiyan kir ku avê bi teseruf bi kar bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan