Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Roja Cîhanî ya Kalan de welatiyên temenmezin bi tenê nehatin hiştin

Tîmên Şaredariya Mezin a Amedê, bi sedema Roja Cîhanî ya Kalan serdana welatiyên 65 salî û mezintir li malên wan kirin. Tîmên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi sedema Roja Cîhanî ya Kalan welatiyên 65 salî û mezintir bi tenê nehiştin. Tîmên ku di nav wan de Midûrê Şaxa Xizmetên Kêmendam û Kalan

Tîmên Şaredariya Mezin a Amedê, bi sedema Roja Cîhanî ya Kalan serdana welatiyên 65 salî û mezintir li malên wan kirin.

Tîmên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi sedema Roja Cîhanî ya Kalan welatiyên 65 salî û mezintir bi tenê nehiştin. Tîmên ku di nav wan de Midûrê Şaxa Xizmetên Kêmendam û Kalan ê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî Îsmaîl Degirmencî jî hebû, di serdanên malê de bi welatiyên temenmezin re sohbet kirin û daxwazên wan guhdarî kirin. Tîman, pakêtên diyariyan dan welatiyên ku bûn mêvanên wan.

'Em ê her dem bi wan re bin'

Midûrê Şaxa Xizmetên Kêmendam û Kalan Îsmaîl Değirmencî, derbarê xebatên xwe de agahî da û got ku ew ê welatiyên temen mezin bi tenê nehêlin û wiha got: "Me soz dabû ku di xebatên Plana Stratejîk a 2025-2029'an de ku hemû hebûn û nasnameyan tê de jiyan bibînin, em ê bi têgehên şaredariya beşdar, civakî û gihîştbar karên xwe bikin rastî. Her çiqas îro di 1'ê Cotmehê de em serdana kalemêrên xwe dikin jî, em peyama ku berî vê û piştî vê jî em ê her dem bi hev re bin, bi teqez parve dikin. Em ê her dem bi wan re bin û piştgiriya hev bikin."

Xizmeta lênihêrîna li malê ya ji bo kalan berdewam dike

Yekeya Kalan a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe didomîne, ji bo kalên ku bi tenê dijîn û di dabînkirina pêdiviyên xwe de zorê dikişînin, xizmeta paqijkirina malê didomîne.

Tîmên Yekeya Kalan, li malên kalên ku hatine tesbîtkirin ji A heta Z paqijiyê dikin û dihêlin ku ew di hawîrdoreke paqijtir û tenduristtir de dem derbas bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan