Karaloglu, “Bo me giringtir e ku em rê û dirban ji dilê welatiyan re ava bikin”
Walî Munîr Karaloglu:
“Rê, gundan bi hev ve girêdide û wan jî bi navçeyê ve. Lê em wan rê û dirbên ku em dê li dilê welatiyan ava bikin ji van rê û dirban girîngtir dibînin.”
“Xizmetkirina van mirovên delal ên vî bajarê qedîm, ji bo me rûmeta herî mezin e.”
Bi beşdariya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, rêya Koxan û Çinarê ku 8,5 kîlometir e hate vekirin.
Di vekirina Komerêya Koxan û Çinarê de Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu axaftinek kir û got ku ev Koxana delal, li qontarên çiyayê Qerejdaxê di çatrêka navbera Diyarbekir, Mêrdîn û Rihayê de hate avakirin û bi xwezaya xwe, dîroka xwe, çanda xwe û çandinyariya xwe warekî giring û avedan e.
Karaloglu, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çareserkirina kêşe û kêmasiyên gund û navçeyan bi hemû şiyanên xwe dixebite û got ku Keleha Zerzevanê ku di Lîsteya Berwext a UNESCO’yê de ye, ligel Qesra Şêx Gozel û şikeftên alavên Qerejdaxê li vê deverê ne û potansiyela wan a turîzmê heye.
Karaloglu bal kişand ku îsal ew ê li Çinarê 16,1 kîlometir rêya warnişînan amade bikin û bixin ber xizmetê û weha axivî:
“Ji 7 heta 70 salî em bi pirsgirêkên her şêniyên vî bajarî re mijûl dibin. Ji rê, baxçe, park, binesazî, coyên avê, ava vexwarinê bigire heta bi çêkirin û çaksazî, qîrkirin û hawirsaziya wan, rê û dirb, pir û pirdan çêdikin. Nexasim jî em lê dixebitin ku rê û dirbên hezkirinê li dilê welatiyên xwe durist bikin.”
Walî Karaloglu, di axaftina xwe de bi berfirehî behsa proje û xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin di hemû warên şarevaniyê de kir û bi taybetî behsa giringiya navçeya Çinarê kir. Karaloglu bi bîr xist ku ew ê îsal li ber Zerzevanê bernameya “Şahiya Ezmangeriyê” li dar bixin ku ji hundir û derveyî welat dê hezkerên ezmangeriyê bêne vî bajarî û beşdarî di vê bernameyê de bikin.
