Karaloglu, daxwaza mêr û jina astengdar anî cih
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, daxwaza mêr û jina astengdar ku ji Gêlê li ser medyaya civakî daxwaza kelûpelên çandiniyê kir, hasil kir.
Murat Memîş û hevjîna xwe li gundê Baxşîyan ê Gêlê dijîn, ji ber astengiyên xwe yên laşî di berhemanîna çandinî û heywandariyê de tengasiyê dikêşin, lewra ji ser medyaya civakî hawar xwestin û ji Walî makîneya dotina şîrî daxwaz kirin.
Li ser vê daxwazê Walî ji ekîban xwest demildest bi hawara Memîşên desteng rabin, pê re Şaredariyê xwe gihand Memîş û makîneyeka dotinê teslîmî wan kir.
