Kursiyerên hîjyen û paqijiyê sertîfîkayên xwe girtin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xebatkarên sektora xwarin û vexwarinê perwerdeya hijyen û paqijiyê li dar xist û kursiyerên serkeftî sertîfîkayên xwe wergirtin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin xwe bigihînin xwerekê paqij û xizmetguzariyeke baş bi pêş bixin xebatên xwe didomîne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Esnaf û Pîşekaran, ji bo di sektora xwarin û vexwarinê de xebatkar giringiyê bi hijyen û paqijiyê bidin û berhemên paqij bidin da ku welatî ji vê xizmeta wan sûdê werbigirin, kursa hijyen û paqijiyê li dar xist.
Perwerde ji aliyê perwerdekarên pispor ve hate dayîn, 200 xebatkarên serkeftî li merasîma li Navenda Çandê ya Alî Emîrî sertîfîkayên xwe girtin. Alîkarê Sekreterê Giştî Ercan Bîrcan beşdarî merasîmê bû û destxweşî li kursiyerên serkeftî kir.
