Li Kuçeya Hunerê bernameya Roja Muzîkê ya Cîhanê birêve çû
Şaredariya Bajarê Mezin, Roja Muzîkê ya Cîhanê bi bernameyeke bi şoxûşeng a li Kuçeya Hunerê pêşwazî kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, ji bo welatî 21’ê Hezîranê Roja Muzîkê ya Cîhanê demeke xweş derbas bikin bi temaya “Huner Vedigere Kolanan” konserek li dar xist.
Bernameya şoxûşengê saet di 14.00’ê de dest pê kir û tê de performansên govend, bando û kuartetê hatin nîşandan.
Di bernameyê de stranbêjan Zilan Tigris, Grup Çelina, Songül Yılmaz, Erdal Elaldı, Zahit Altıntaş û Bedri Ayseli stranên xwe gotin û kêfa şêniyan xweş kir.
Xwendekarên Mala Zanînê jî beşdar bûn
Xwendekarên Klûba Muzîkê ya Mala Zanînê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de ye jî beşdarî helkefta li Kuçeya Hunerê bûn.
Xwendekaran der barê amûrên muzîkê de agahî ji stranbêjan wergirtin û tevî Bandoya Konservatuara Bajêr bûn.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, li Kuçeya Hunerê ku ji nû ve hatiye birêkûpêkkirin dê tevahiya havînê bernameyan pêşkêş bike.
