Mala Rojê mêvanên piçûk pêşwazî kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, piçûkên di krêşên şaredariyê de perwerde dibin li Mala Rojê gerandin.
Piçûkên di krêşên bi ser Gerînendetiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibin, serdana Mala Rojê kirin. Mala Rojê li jîngeha Sumerparkê ye û bi tîrêjên tavê dixebite.
Di serdana piçûkan de der barê enerjiya xwenûker de agahî dan zarokan û feyde û zirarên wan ji piçûkan re hatin vegotin. Pê re pirsên zarokan hatin bersivandin.
Piştî danasîna Mala Rojê zarokên piçûk li Mala Rojê ya ku hemû pêdiviyên xwe bi tîrêjên tavê dabîn dike geriyan.
