Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Meha Mijdarê 1200 zarok çûn pêş şanoyê

Şaredariya Bajarê Mezin, di meha mijdarê de bi boneya çalakiyên “Di Mijdarê De Diyarbekir Cuda ye” 1200 zarok birin pêş pêşandanên şanoyê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok û ciwanên gundan û taxên veder beşdariyê di helkeftên çand û hunerî de bikin xebatên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya “Sala Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” de meha mijdarê bi slogana “Mijdarê Diyarbekir Cuda ye” li dar xist û bi vê boneyê 1200 zarokan şano temaşe kir.

Pêşandana şanoyê her roja sêşem û şemiyê li Salona Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi lîstika “Lîstika Zarokan a Mifteya Bisihêr” hate pêkanîn.

Zarokên ku hatin pêş şanoyê bi pênûsa mifteya bi sihêr, pirtûk û lênûskan hatin xelatkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan