Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Melevanên Diyarbekirî 19’ê Gulanê di bin avê de pîroz kir

Klûba Sporên Avê ya Dîcleyê ku bi ser Şaredariya Bajarê Mezin e, 19’ê Gulanê Roja Yadkirina Ataturk û Cejna Ciwan û Sporê bi melevaniyan pêşwazî kir.

Ekîba noqavê ya Klûba Sporên Avê ya Dîcleyê ya bi ser Serokatiya Beşa Xizmetên Ciwan û Werzîşê, di çarçoveya bernameyên19’ê Gulanê Roja Yadkirina Ataturk û Cejna Ciwan û Sporê de li Bajargehê Avci yê bi ser gundê Yazgî ya Hezroyê li melevangeha Bayirdûziya bi ser DÎSKÎyê melevaniyek binavê pêk anî.

Bernameya melevaniyên binavê ji aliye 19 melevanan ve qasî 2 saetan bi rê ve çû û melevanan di bin avê de Ala Tirkî û flamayên Şaredariya Bajarê Mezin hildan û 19’ê Gulanê pîroz kir.

Melevanên bi ser Qeymaqamiya Hezro jî beşdarî melevanan bûn û piştgiriya xwe jê re raber kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan