Nav, dora wê û binesaziya Stadyuma Amedê bi rengekî berfireh tê paqijkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya maça ku Amedspor dê roja yekşemê li Stadyuma Amedê li dijî Erzurumsporê bilîze, di nav, dora stadyumê û binesaziya wê de xebateke berfereh da destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya tûra yekem a Amedsporê ku dê di Lîga Super de li dijî Erzurumsporê derkeve qadê, bi armanca ku alîgir maçê di hawirdoreke paqij û rêkûpêk de temaşe bikin ket nav tevgerê. Di çarçoveya xebatan de ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê de bi beşdariya şaredariyên navçeyan û yekîneyên têkildar têne meşandin, nav û dora stadyumê tê paqijkirin; di qadên parkan de xebatên lênêrîn, tamîrat û birîna şaxên daranan tê kirin. Her wiha tîm li cihên ku pêdivî pê heye xebatên çêkirina rêyan jî didomînin.
Xebat dê li ser bingeha 24/7'an werin meşandin
Midûrê Şaxa Bermayiyên Zexm ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê Mehmet Baran ê ku derbarê xebatan de agahî da, diyar kir ku hemû yekîneyên têkildar ên Şaredariya Bajarê Mezin li ser qadê ne. Baran anî ziman ku Amedsporê piştî 16 salan derketina Lîga Super şahî û şanaziyeke mezin diyarî gelê Amedê kiriye û wiha got: “Ji bo maça Erzurumsporê ku dê roja yekşemê bê lîstin, şaredariya me di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê de bi yekîneyên icrayê yên têkildar re xebateke seferberiyê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de em di nav û dora stadyumê û qadên parkan de xebatên lênêrîn, tamîrat, darbirîn, çêkirina rê û paqijiyê dikin. Xebatên ku em bi hevahengî di gel şaredariyên xwe yên navçeyan re dimeşînin, bi armanca ku gelê me hevdîtinê bi rehettir, bi kêfxweşî û şanazî temaşe bike, dê heta roja yekşemê li ser bingeha 24/7'an berdewam bikin.”
Tîmên DÎSKÎ’yê xetên binesaziyê paqij kirin
Aliyê binesaziyê yê xebatan jî ji aliyê tîmên Midûriya Şaxa Karên Kanalan a Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ve hat meşandin. Ji bo ku sîstemên binesaziyê bêpirsgirêk bixebitin û li hember hewaya baranê rê li ber kombûna avê bê girtin, berê bi wesayîtên dîmennêrtina kanalan nav û dora stadyumê hatin kontrolkirin. Tîmên ku bi wesayîtên kombîne yên vidanjorê midaxeleyî xalên diyarkirî kirin, di xetên kanalîzasyon û ava baranê û mazgalên ava baranê de paqijî pêk anîn.
Piştî maçê jî paqijî dê berdewam bike
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî amadekariyên beriya maçê, piştî bidawîbûna maçê jî ji bo ku qad paqij û rêkûpêk bimeşîne, dê li stadyum û dora wê xebatên paqijiyê bidomînin.
Kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ berdewam dike
Kampayaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” ku bi armanca ku Amed bibe xwedî hawirdoreke paqij û saxlem û qadên jiyanê yên domdar werin afirandin hatibû destpêkirin, li seranserê bajêr berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li navçeyên Farqîn û Erxeniyê û Taxa Çelîkevlerê ya ser bi navçeya Yenîşehirê, bi beşdariya tîmên şaredariyê û welatiyan xebatên paqijî û agahdarkirinê hatin meşandin. Kampanya dê bi xebatên ku li navçeyên din werin kirin berdewam bike.
