Perwerdeya xwarinên Diyarbekirê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çêja xwarinên bajêr bide naskirin û nifşên siberojê jî pê bihesîne kursa lênana xwarinên herêmî vekir û wê dest bi perwerdeyê kir
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê, ji bo jinên ciwan ên bajêr der barê gastronomî û çanda xwarinê ya bajêr de şareza bibin, li Jîngeha Sumerparkê kursa xwarinên herêmî vekir.
Ji bo beşdarî kursê bibin 100 jin hatin hilbijartin û piştî perwerdeya mehekê ji nav vana 30 jinên ekla destê wan biçêj û xweş dê bêne hilbijartin. Di kursê de xwarinên cur bi cur wekî, pelava bi xêlî, kîbemumbar (serûpî), meftûne, mehîr, tîrît, gebol, dolmika parsûyê, sutlu nuriye û şilik bi giştî 30 cureyên xwarinê dê bêne lênan.
Xwarin dê li Birca Keçikê bo mêvanan bên pêşkêşkirin
Piştî perwerdeyê Şaredariya Bajarê Mezin dê ji nav van beşdaran 30yên herî baş û ekla destê xwe xweş hilbijêre û xwarinên bi destê wan hatine lênan, li Birca Keçikê, li ber mêvanên xweyanî û biyanî pêşkêş bikin.
