Pêşangeha ‘Destên Şîfakar’ bi hunerhezan re
Şaredariya Bajarê Mezin, pêşangeha wêneyan a bi navê “Destên Şîfakar” ku behsa zehmetiyên karmendên tenduristiyê dike, derket pêş hunerhezan.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, Helkeftên Çand û Hunerê yên meha hezîranê bi slogana “Tembûra Min, Gotina Min, Ser Herdu Çavên Min” pêşkêşî hunerhezan dike.
Pêşangeha wêneyan a bi navê “Destên Şîfakar” behsa zor û zehmetî û pirsgirêkên karmendên tenduristiyê dike û hunerhezan bi hezkirin pêşwazî li vê pêşangehê kir.
Ev wêne ji aliyê Doç.dr. Murat Kaplan ve hatine kişandin, Kaplan bal kişand ser pirsgirêkên dema nexweşiya virûsê û got ku mebest ew e da ku hayê civakê ji zehmetiyên karmendên tenduristiyê bibe.
Di pêşangehê de wêneyên salekê hene ku bi destê Kaplan ve hatine kişandin û pêşangeha 24 wêne li xwe digire, 2 rojan dê li Navenda Kongreyan û Çandê ya Amedê vekirî be.
