Pêşangeha “Germa Zer” hat ecibandin
Şaredariya Bajarê Mezin, pêşangeha wêneyan ku ji wêneyên hevbeş ên hunermend, mamoste û xwendekar pêk dihat bi navê “Germa Zer” hate pêşandan û gelek hate ecibandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Atolyeya Hunerên Dîtbarî ya Konservaura Bajêr de bi mebesta hobî û pîşe elimînê kurs vekir, hunermend, perwerdekar û xwendekarên beşdarî vê kursê bûn hunerên xwe dan ser hev û bi navê “Germa Zer” pêşangehek li dar xist û pêşkêşî hunerhezan kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bernameya çand û hunerê ya meha hezîranê bi dirûşma “Tembûra Min, Gotina Min ser Herdu Çavên Min” li dar dixe û di çarçoveyê de pêşangeha “Germa Zer” li Galerya Hunerê ya Diyarbekirê li dar xist û pêşangeh heta 30’ê hezîranê li benda hunerhezan e.
