Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Pirsgirêka avê ya 28 gundan tê çareserkirin

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo aveke bi tendurist bênavber bide welatiyan li 28 gundan xebatên vedana bîrên avê dimeşîne.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, ji bo navenda bajêr û tax û gundan pirsgirêka binesaziyê çareser bike û aveke baş peyda bike xebatên xwe didomîne.

DÎSKÎ’yê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya 28 gundan xebata sondajê da destpêkirin, ji bo çareseriya arîşeya avê projeyeke bi buhayê 3 milyon û 26 hezar lîre amade kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ligel Alîkarêm Midûrê Giştî Selçuk Gorduk û Fatih Yuruk, tevî hin rayedaran serdana gundê Pirinçikê kirin, xebata vedana bîra avê ya bli vê derê tê meşandin seh kirin û “ceribandina pompeyê” pêk anî.

Tutşî, got bila ev av ji gundîyan re pîroz be û weha axivî:

“Em lê dixebitin bêyî ferqa gund û bajêr bo her derê xebateke baş bikin. Ji bo em aveke baş û bênavber bidin gundan ekîbên me bêrawestan xebatên xwe didomînin. Heta niha me li 6 gundan xebata sondaja bîrê bi encam kir. Em ê li gundên din xebatên xwe dor bi dor bidomînin.”

Tutşî û kesên pê re piştre xebatên li Şaroşkeya Deniz a bi ser gundê Tawanê yê bi ser navçeya Peyasê saxtî kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan