Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Piştî 50 salan li Diyarbekirê Deriyê Fethê hate vekirin

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Deriyê Fethê ku bajarî bi Navkelehê ve girê dide ku dê rêgeheka nû ya çandê çêbike bi merasîmekê vekir.

Walî Munîr Kararloglu, li ser Rêya Qedîm û Romê ku di encama kolanên arkeolojik ên li ser Girê Amîdayê aşkere bû jî çavdêrî kirin. Kararloglu, der barê xebatan de agahî ji Serekê Kolandinê Prof. Dr. Îrfan Yildiz wergirtin û merasîma vekirina Deriyê Fethê ku tê çaverêkirin rêgeheke nû ya çandê pêk bîne, pêk anî.

Karaloglu bal kişand ku wan bi dirûşma “Li Sûran Vejîn Didome’ di nav 7-8 mehên dawîn de gelek xebatên giring bi encam dane.

Karaloglu bi bîr xist ku wan bi xebatên paqijiya hawirdorên sûran dest bi vê xebatê kiriye û got ku di gava 1emîn de wan ji devera Birca Beftbira dest pê kiriye bircên Benûsenê, Selçûqî, Nûrê û heta Deriyê Rihayê restore kiriye.

Karaloglu aşkere kir ku di gava 2yemîn de wan xebata çaksaziyê li Sûrên Navkelehê û bircên wê domandiye û got, “Aniha xebata me li Sûrên Navkelehê û bircên wê berdewam e. Me bircên hejmar 5,7,8 û 12 yên li Meydana Deriyê Çiyê xistine nav projeya restorekirinê û anîne ber EKAP’ê. Roja îhaleyê diyar e. Di gava 3yemîn de em ê dest bi restorekirina bircên li Meydana Deriyê Çiyê bikin. Sûr 5 hezar û 200 metir dirêjiya wan heye, 101 bircên me jî pê re. Hê gelek karên me li ser Sûran heye.”

‘Li Navsûran rêgeheka nû ya çandê peyda dibe’

Karaloglu bi bîr xist ku Deriyê Fethê ji salên 1970’ê vir de ye girtiye, me biryara vekirina vî dergehî da û got ku wan Navsûran û Navkelehê kiriye rêgeheke nû û giring a çandê. Kararloglu da zanîn ku mêvanên tên serdanê dê erebeyên xwe li otoparka Şaredariyê deynin û ew ê bikaribin ji Deriyê Fethê bikevin Navkelehê pêşîkê di Rêya Romê de xwe bigihînin Deriyê Qesrê ji wir jî biçin Mizgefta Hezretî Silêman û serdana merqedê 27 sehabîyan bikin.

Birc dê ji bo hin fonksîyonan bên bikaranîn

Karaloglu destnîşan kir ku heta demeke nêzik şêniyên bajêr dê bikaribin ji Deriyê Kupelî têkevin Navkelehê ji wir biçin Navsûran heta xwe bigihînin Meydana Mizgefta Qurşinî û got, “Êdî em ê bikaribin bircan jî bi kar bînin. Ji bo hin foksiyonên diyar xizmetên cemaweriyê em ê neqlî ser bircan bikin da ku bêhn û hilma mirovan bigihêje bircan. Mixabin gava em wan bi kar neynin ji bo hin mebestên din tên bikaranîn. Piştî wextekê jî êdî ew der dihedinim û mirov nikare têkevê. Lewra jî va ye hin daxwazên şaredariya Sûrê jî hene, daxwazên Şaredariya Bajarê Mezin jî hene, daxwazên dam û dezgehên dî yê sîvîl û cemawerî hene. Em ê wan jî binirxînin û înşeleh bi tahsîskirina wezareta me em ê êdî bircan jî bi kar bînin.”

Karaloglu aşkere kir, piştî ku ev xebat bi encam hatin Diyarbekir bi rastî jî dê bibe warekî rakêş û navendeke serincrakêş û got ew ê di warê turîzma bawerî û çandî de li Tirkiyeyê bibe cihekî pir giring û liberçav. Karaloglu amaje pê kir ku ev 5 sal e aramî hatiye bajêr û di dawiya axaftina xwe de bang li mirovên Tirkiye û cîhanê kir ku bên serdana Diyarbekira mîrateya çandî bikin.

Di merasîma vekirinê de ligel Walî Karaloglu, Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan, Midûrê Herêmê yê Rovêle û Bîrdaran Cemil Koç, Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Cemil Alp û nûnerên dam û dezgehên hukmî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan