Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Qeydên bo kursên şaredariyê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, di 14 şaxan de kursên havînê vedike û qeydên bo van kursan dest pê kirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, li Konservatura Bajêr a di bin banê xwe de, ji bo welatiyan, Kursên Hunerî yên Serdema Havînê bi awayekî bêpere pêk tîne.

Di Kursên Hunerî yên Serdema Havînê de, perwerdekarên di warê xwe de pispor dê perwerdeya keman, klarnet, tembûr, ney, gîtar, bilûr, çello, def, deng, tehzîp, wêne û flûtê bide.

Qeyd îro dest pê dikin, bi hejmareke diyarkirî kursiyer dê bêne hilgirtin û Kursên Hunerî yên Serdema Havînê di 14 şaxan de têne lidarxistin û kesên dil heye serlêdana xwe bike dikare foruma ser malpera https://form.jotform.com/211612164885961 tijî bike û serlêdana xwe bike.

Piştî serlêdanê kesên bo kursan tên hilgirtin dê bêne aşkerekirin û piştre di navbera 28-30’ê hezîranê de dê bi rêya SMS wext û rojên dersê bên diyarkirin.

Di Kursên Hunerî yên Serdema Havînê de, perwerde 1’ê tîrmehê li Navenda Çand û Kongreyan dest pê dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan