Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rêya ketina Nexweşxaneya Lêkolînê hat nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a li navçeya Peyasê rêya ketina parka wesayîtan a ku bi demê re xera bûbû, nû kir. Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve hat kirin de asfalta ku hatibû rûxand

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a li navçeya Peyasê rêya ketina parka wesayîtan a ku bi demê re xera bûbû, nû kir.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve hat kirin de asfalta ku hatibû rûxandin hat rakirin û zemîn hat tijîkirin û melzemeyên binaxeyê hatin danîn.

125 ton asfalta germ

Di dawiya hefteyê de ji ber ku qeraxa trafîkê kêm bû, ekîban li ser rêya 100 metre dirêj û 6 metre firehiya wê 125 ton asfalta germ rijandin û xebat qedandin.

Piştî nûkirina deriyê otoparkê ku bi demê re hilweşiyabû, welatiyan bê pirsgirêk dest bi bikaranîna rê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan