Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li navçeya Yenişehirê xebatên ji bo riya îmarê ya nû didomin

Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeya Yenişehirê, li taxa Şêxkendê, li ser 1.2 kîlometreyê ji Bulvara Mîr Celadet a ku 2 hezar û 200 metre dirêj e, xebatên rûpoşkirina rûyê rê qedandin. Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê, ji bo ku welatî li cihên rûniştinê yên nû pirsgirêka veg

Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeya Yenişehirê, li taxa Şêxkendê, li ser 1.2 kîlometreyê ji Bulvara Mîr Celadet a ku 2 hezar û 200 metre dirêj e, xebatên rûpoşkirina rûyê rê qedandin.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê, ji bo ku welatî li cihên rûniştinê yên nû pirsgirêka veguhestinê nejîn, xebatên xwe didomîne.

Di çarçoveya xebatan de li ser 1200 metreyê ji Bulvara Mîr Celadet a li taxa Şêxkendê ya li navçeya Yenişehirê ku wek berdewama Bulvara Mehabadê ye, xebatên rûpoşkirina rûyê rê qedîyan. Li beşa mayî ya riya îmarê ya nû ku dê 50 metre fireh û 2 hezar û 200 metre dirêj be, çêkirina dîwarên kevirî û xebatên rê didomin.

Rê ku wek berdewama Bulvara Mehabadê ye, piştî ku xebatên bingehîn û jorîn biqedin, dê ji trafîkê re were vekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan