Roja ezmûna YKS’ê otobûs bo beşdaran belaş in
Şaredariya Bajarê Mezin, dawiya hefteyê, xwendekar û malbatên wan ên ku dê wan bibin ezmûna YKS’ê xizmeta otobûsan dê belaş pêk bîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar û peywirdarên ku dê 26-27’ê hezîranê bikevin ezmûna YKS’ê di rê de tengav nebin biryar da ku wan rojan bi tam kapasite bişuxile.
Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, li gorî biryarê roja 26-27’ê hezîranê ji bo xwendekarên dê têkevin ezmûna YKS’ê, wexta lê siwar dibin bi şertê belgeya xwe ya têketina ezmûnê nîşan bidin dê bêpere bêne wergirtin. Her weha dayik û bavên bi zarokên xwe re têne ezmûnê jî dê ji mafê siwarbûna belaş sûdê werbigirin.
