Şaredarî bi hawara kesên bêkes radibe
Şaredariya Bajarê Mezin, bi hawara 144 kesên bêkes, pêdiviya wan bi alîkariyê heyî û bê cih û war rabû.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, daxuyandibû ku tu kesekî bê xwedî û bê cih û war li kuçe û kolanan namîne, Serokatiya Daîreya Zabiteyan jî bi vê talîmatê re zend û bendên xwe badan, 144 kesên bê cih û war li otelên bi Şaredariya Bajarê Mezin re peymana wan heye, kirin mêvan.
Ekîbên zabiteyê, di encama tespîtan de ji bilî xizmeta bicîwarkirinê her weha ji bo kesên ji bajar û navçeyên cuda cuda hatine xizmeta xwarin û vexwarinê jî ji wan re kir.
Ekîban, mêvan nexweş ji bo tedawî bibin birin nexweşxaneyan û bi wan re refaqetî kirin.
Welatiyên ku demeke dirêj li kuçe û kolanan mane jî birin nexweşxaneyan piştî hemû kontrolên pêwist ên tenduristiyê hemû pêdiviyên wan ên pêwist jî anîn cih.
Welatiyên bêkes û li kolanan dijîn jî, arasteyî Gerînendetiya Bajêr a Alîkarîya Civakî ya Diyarbekirê û Gerînendetiya Bajêr a Polîtîkayên Malbatî yên Civakî hatin kirin.
