Şaredarî bo parastina Pira Dilawer pirek nû çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo parastina Pira Dilawer a dîrokî ya li navçeya Çinarê, dest bi xebatên çêkirina pireka nû kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo derfetên hatûçûneke bi qelîte û rehetir jji şêniyên Diyarbekirê re dabîn bike li 17 navçeyan li ser rê û dirbên gundan xebatên çaksaziyê dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo parastina Pira Dilawer ku li ser rêya berê ya Dêrikê di kîlometra 20’ê de ye, zend û bend badan û dest bi lêkirina pireka nû kir.
Pira ku dê ji pira dîrokî re wek alternatif bête çêkirin, pireka bi beton e, 4 deriyên wê hene, 10 metir pan e, 6 metir bilind e û 40 metir dirêj e.
Rêyên pira nû jî têne çêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya heman projeyê de dê 74,4 kîlometir rê û rêbarên pirê jî çêke û asfalt bike. Ev proje bi buhayê 2 milyon û 500 hezar lîre digire piştî ku amade bû dê hatûçûna 37 gundan bi ser Çinarê ve saz bike û 25 hezar û 300 kes jê sûdmend bibin.
“Em xwedî li nirxên Diyarbekirê derdikevin”
Walî Munîr Karaloglu der barê pira Dilawer de weha got: “Em ê xwedîtiyê li nirxên Diyarbekirê bikin û em ê wan nirxan ji bo nifşên siberojê bigihînin.”
